• Sunday, 08 February 2026
logo

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge: Em û Wezareta Berevaniya Iraqê gihîştin rêkeftinê

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge: Em û Wezareta Berevaniya Iraqê gihîştin rêkeftinê
Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand, ew û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend mijaran gihîştin rêkeftinê.

Berpirsê xebatên medyayî û hişyariyê li Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê Ehmed ji BasNewsê re got, hefteya borî şanda Wezareta Pêşmerge li Bexdayê bi berpirsên Wezareta Berevaniya Iraqê re hevdîtin kir.

Babekir Feqê Ehmed her wiha got, di wê hevdîtinê de em û aliyê Iraqî li ser çend mijaran gihîştin rêkeftinê.

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge da zanîn, hîn rêkeftin nehatiye îmzekirin ji ber wê jî dê şandeka Iraqî bo îmzekirina rêkeftinê hefteya bê serdana Hewlêrê bike.

Bi gotina wî berpirsê Wezareta Pêşmerge, her du alî li ser 8 xalan li hev kirine; hemahengiya îstixbaratî, bûdceya Pêşmerge, rêvebirina deverên Kurdistanî, şerê DAIŞê, danîna pilanên ewlehiyê û hemahengiya serbazî.

Basnews


Top