• Friday, 24 April 2026
logo

Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir

Gulan Media March 20, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir, hêvî jî kir ku cejn bibe sedema şahî, aramî û bidawîhatina şer û aloziyan li deverê û cîhanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro(Pêncşem, 19ê Adara 2026ê) peyamek belav kir û tê de cejna Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahî li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez hêvîdar im ku Xudayê mezin û dilovan rojî û îbadetê hemî aliyan qebûl kiribe û cejn bibe sedema şahî, aramî û bidawîhatina şer û aloziyan li deverê û cîhanê.

Cejna Remezanê li hemiyan pîroz be û Xudayê mezin Kurdistanê biparêze.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

19.03.2026

Top