Serok Barzanî: Ez ji xwedayê mezin daxwaz dikim ku ev cejin aştî û aramiyê bo navçeya me û tevahiya mirovahiyê pêk bîne
Serok Barzanî di peyamekê de cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemî welatiyên Kurdistanê pîroz kir, herwesa daxwaza serfirazî û bextewariyê ji gelê Kurdistanê re jî kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 19.03.2026, peyamek belav kir û tê de cejna Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir.
Peyama Serok Barzanî:
Bi navê Xudayê Mezin û Dilovan
Bi helkeftina cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahî pêşkêşî Misilmanên cîhan, Iraq û Kurdistanê dikim. Ez cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemî welatiyên Kurdistanê pîroz dikim.
Di vê helkefta pîroz de, ez daxwaza serfirazî û bextewariyê ji gelê xweşevî yê Kurdistanê re dikim û ji Xudayê mezin dixwazim ku rojî û lavayên hemî Misilmanan qebûl kiribin û ev cejn aştî û aramiyê ji bo devera me û hemî mirovahiyê bi xwe re bîne.
Mesûd Barzanî
30ê Remezana 1447ê Koçî
19ê Adara 2026ê Zayînî
