• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Hewlêrê ji ber ba û bagerê agir bi 4 cihan ket

Li Hewlêrê ji ber ba û bagerê agir bi 4 cihan ket
Rêveberiya berevaniya sivîl ya Hewlêrê ragihand, ji ber ba û bagerê agir bi 4 cihan ket, hemû jî hatin vemirandin.

Rêveberiya berevaniya sivîl ya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, duhî li Hewlêrê çend xulekan ba û bagerek tund hat, ji ber wê jî li hinek cihan şewat derket.

Rêveberiya berevaniya sivîl ya Hewlêrê da zanîn, tevahiya wan cihên ku agir pê ketibûn, hatin kontrolkirin û ti ziyaneka canî û madî jî pê re nebû.

Hatibû gotin ku agir bi santrala Azadî jî ketiye lê rêveberiya berevaniya sivîl ya Hewlêrê ew nûçe red kir û ragihand, ew cihê ku agir pê ketibû, tenê pûş û pelaşên derdora santralê bû, ew jî demildest hat vemirandin.

Basnews
Top