Lîwa Çeto Salih ji pişkê YNKê bû Birîkarê Wezareta Navxwe
Qubad Talebanî piştî pîrozbahiyê, hêviya serkeftinê ji Lîwa Çeto re di erkê wî de xwast û ragihand, hevahengiya bihêz a di navbera endamên wezaretê de pêwîst e ji bo pêşkêşkirina xizmetên baş ji welatiyan re be, ev hevahengî û hevkarî jî di nava tîma Wezareta Navxwe de pêk hatiye û pêwîst e bê bihêzkirin jî.
Di rêûresmê de, Lîwa Çeto Salih ragihand, “Di vê erk û berpirsatiya nû de, ku bi min hatiya raspardin, bi hemû karînên xwe hewl didin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin”.
