• Sunday, 08 February 2026
logo

Lîwa Çeto Salih ji pişkê YNKê bû Birîkarê Wezareta Navxwe

Lîwa Çeto Salih ji pişkê YNKê bû Birîkarê Wezareta Navxwe
Îro di rêûresmekê de, bi amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, bi fermî Lîwa Çeto Salih li postê Birîkarê Wezareta Navxwe dest bi kar kir.

Qubad Talebanî piştî pîrozbahiyê, hêviya serkeftinê ji Lîwa Çeto re di erkê wî de xwast û ragihand, hevahengiya bihêz a di navbera endamên wezaretê de pêwîst e ji bo pêşkêşkirina xizmetên baş ji welatiyan re be, ev hevahengî û hevkarî jî di nava tîma Wezareta Navxwe de pêk hatiye û pêwîst e bê bihêzkirin jî.

Di rêûresmê de, Lîwa Çeto Salih ragihand, “Di vê erk û berpirsatiya nû de, ku bi min hatiya raspardin, bi hemû karînên xwe hewl didin xizmeta xelkê Kurdistanê bikin”.

Top