Sûriye: Deriyê Sînorî yê Bab el-Hewayê dê 24 saetan vekirî be
Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê ragihand ku Deriyê Sînorî yê Bab el-Hewayê yê bi Tirkiyeyê re dê di rojên Cejna Remezanê de 24 saetan vekirî be.
Desteya Giştî ya Derî û Gumrikan a Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev biryar ji bo hêsankirina çûnûhatina rêwiyan hatiye wergirtin.
Desteyê bi taybetî amaje bi koçberên Sûriyeyî kir ku dixwazin ji bo betlaneya cejnê vegerin welatê xwe.
Piştî Hevahengiya bi Tirkiyeyê re
Desteyê da zanîn ku ev gav piştî gotûbêj û hevahengiya bi aliyê Tirkiyeyê re hatiye avêtin.
Armanc ew e ku di rojên cejnê de qerebalix çênebe û welatî bikaribin bi hêsanî di navbera her du welatan de çûnûhatinê bikin.
Rudaw
