Li Efrînê teqîn: Fermandarekî çekdaran hat kuştin
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku teqîn li pêş baregeha grûpa Hemzat li nêzîk duryana firneyê li taxa Mehmûdiyê çêbû.
Li gor heman rêxistinê, teqîn ji encama mînekê bûye ku bi otomobîleke ji corê Dantî Fiyê bûye.
Di encama teqînê de, fermandarekî grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.
