• Sunday, 08 February 2026
logo

Amar û agahiyên dawî yên Koronayê li Duhokê

Amar û agahiyên dawî yên Koronayê li Duhokê
Rêveberiya tenduristiya Duhokê ragihand, heta niha 155 nexweşên Koronayê baş bûne û ti kes jî bi Koronayê nemiriye.

Berdevkê tenduristiya Duhokê, Hemze Rezîkî ji BasNewsê re got, heta niha bi giştî 189 kes li Duhokê bi Koronayê ketine. 155 kes ji wan baş bûne û 34 kes jî li nexweşxanê ne.

Hemze Rezîkî her wiha got, heta niha li Duhokê 8 hezar û 504 kes hatine kerentînekirin ku 7 hezar û 969 kes ji wan çûne malên xwe.

Bi gotina wî berpirsê tenduristiya Duhokê, heta niha li Duhokê bi kes bi Koronayê nemiriye.

Basnwes
Top