Şerekî tund di navbera Artêşa Sûriyê û DAIŞê de derket: Herî kêm 50 kuştî
Ji roja înê ve çekdarên DAIŞê êrîşî çend pêgehên Hikûmeta Sûriyê li derdora bajarê Sixne li derdora Humsê dike û di encamê de şer û pevçûnên dijwar ji dema 48 saetan ve heta niha berdewam in.
Balefirên Rûsya jî di wî şerî de beşdar bûn û piştevaniya hikûmeta Sûriyê kirin, li gor zanyariyan heya niha di encam wî şerî de, 51 kes ji herdû aliyan hatine kuştin, 31 çekdarên DAIŞ û 20 leşkerên Artêşa Sûriyê û çekdarên ser bi wê ve.
Li gor zanyariyan eger heye hejmara kuştiyan zêdetir jî bibe ji ber ku birîna hinek birîndaran giran e.
Tevî ku salek zêdetir li ser nehiştina ti navçeyekî di destê DAIŞê de lê heya niha ew li Badiyeya Sûriyê ku ji rojhilatê Humsê dest pê dike û heya sînorê Iraqê belav bûne.
Rudaw
