• Sunday, 26 April 2026
logo

Daxuyaniyek ji Şanda Danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Gulan Media March 18, 2026 Nûçe
Daxuyaniyek ji Şanda Danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Şanda danûstanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye: "Îro 17.03.2026, civîneke hevbeş di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat encamdan, taybet ji bo mijara hinardekirina petrolê li parzûngehên petrolê yên Kerkûkê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya veguhestina petrola herêmê bo bendera Ceyhan a Tirkiyê.

Di destpêka civînê de, şanda danûstanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya şirîktiya destûrî û di dîtan hestkirina bi berpirsiyartiya neteweyî, tekes kiriye li ser amadebûna tevahî ya Herêma Kurdistanê bo wergirtina her tedbîr û pêngavekî ku bibe sedema zêdekirina dahata xezîneya giştî û çareseriya krîza darayî, bi taybetî di vê rewşa hestiyar a niha ya navçeyê de, bi armanca dabînkirina mûçe û debara jiyanê û xizmetguzariyên giştî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye ku petrola zeviyên Kerkûkê, ligel petrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê-Cehanê were hinardekirin.

Ji bo vê armancê, her du hikûmet li hev kirin ku komîteyek hevbeş ji Wezareta Petrolê ya Federal û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ava bikin da ku gavên teknîkî û îdarî yên pêwîst bidin destpêkirin, ji bo ku ji sibê pê ve bi rêya boriyê dest bi hinardekirina petrolê bo bazarên cîhanê bike, bi rêya boriya Herêmê, li gel vegerandina dahata firotina petrola ku tê hinardekirin bo xezîneya federal.

Herwaha herdu aliyan li hev kirin ku tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst ji bo parastina ewlehiya zeviyên petrolê û misogerkirina berdewamiya hinardekirina petrolê bigirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku ew ê dudilî nebe ku her tedbîrek pêwîst bigire da ku hevkarî û piştgiriya hewildanên ji bo têkoşîna li dijî krîza darayî li seranserê Iraqê bike, dahata pêwîst ji bo xerciyên giştî û dabînkirina mûçe, debara jiyanê û xizmetguzariyên bingehîn.

 

Basnews

Top