Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê kir û pê re li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê axivî û bidawîanîna şer û aloziyan û parastina tenahî û aştiyê li deverê jî tekez kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17.03.2026ê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu kir.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Di wê hevdîtinên de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê li hev guhertin û tekez li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de di warên cuda cuda de kir.
Li gorî wê daxuyaniya, her du aliyan tekez li ser bidawîanîna şer û aloziyan û parastina tenahî û aştiyê li deverê jî kiriye.
Basnews
