Ji Sami Sûrçî bo Bafel Talebanî: Ji hevalbendên xwe re bêje bila dron û mûşekan neşînin Kurdistanê
Berdevkê Partiya Bingehkirina Kurdistanê bersiva Serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK)ê da û amaje bi wê yekê dike ku mixabin milîsên ser bi wan aliyê ku li gel Bafil Talebanî dostin û hevdu himbêz dikin, rojane jî dron û mûşekan davêjin Herêma Kurdistanê û dikin armanca êrîşê. Lê Bafil Talebanî dixwaze Herêma Kurdistanê bêdeng be û ti kes ji Bexdayê re nebêje dron û mûşekan neavêjin.
Berdevkê Partiya Bingehkirina Kurdistanê Sami Sûrçî ji BasNewsê re ragehand: "Ger Bafel Talebanî di xema mûçegirên Kurdistanê de ye, divê ew bizanibe ku ev pirsgirêk pêwîstiya wê bi helwestek welatparêzî û biryarên wêrek heye, ne bazarkirina siyasî û piştgiriya bê şert a wan grubên çekdar ên ku rojane xelkê sivîl, bajar û cîhên me yên aborî dikin armanca êrîşê. Rêveberên wan komên ku serokên wan rojane destê xwe datînin ser milê Bafel Talebanî û hevdu hembêz dikin, bila Bafel ji wan re bêje ku van êrîşan rawestînin, paşê behsa nexşerêya Herêma Kurdistanê ya ji bo mijara henardekirina petrola Iraqê bikin. Ev pirsane pêwîstiya wan bi biryarên hekîmane yên kesên aqil û pispor heye, mixabin em dibînin çend rojeke hevpeymanên YNKê li Silêmaniyê û li Bexdayê jî dest bi helmeta piştevaniya ji bo radestkirina bê merc a Kurdistanê di pirsa henardekirina petrola Iraqê de dikin, ew ferman ji aliyê yek ji çavkaniyê werdigrin. Li gel wan pir giring nîne Kurdistan ber bi kûderê ve diçe. Ya giring ew e wek grûb milîs û çete di berjewendiya xwe de çi pêwîst be ew bê kirin, lê çi serê Kurdistanê tê ne giring e û çi pêwîstbe jî dê bikin.’’
Herwaha got: "Niha kolanên Kurdistanê ji sala 2015an cuda ne. Mirovan çavên xwe vekirine û tiştan dibînin. Ev partî bi xwe, tevî Bafel Talebanî, nikarin endam û alîgirên xwe ji bo teslîmbûna xwe razî bikin "Ev di berjewendiya gel de ye, lê gelek welatparêzên di nav YNK û partiyên din de hatine ser xetê û ew mîna Herêma Kurdistanê nexşerêyek heye ku di vê rewşê de petrolê hinarde bike û Iraq û Kurdistanê ji krîzê rizgar bike."
Basnews
