• Wednesday, 29 April 2026
logo

Tom Barrack silav û rêzên Donald Trump gehande Mesrûr Barzanî

Gulan Media March 18, 2026 Nûçe
Tom Barrack silav û rêzên Donald Trump gehande Mesrûr Barzanî

Mesrûr Barzanî ji Tom Barrack re: Me tîma Kurdistanê spardiye ku hêsankariyê ji bo hinardekirina petrolê bikin

Tom Barrack ji Mesrûr Barzanî re: Ez spasiya te dikim ji bo alîkarîkarîkirina Hikûmeta Iraqê ji bo hinardekirina petrolê bi rêya Tirkiyê ve

BasNews – Êvara îro 17.03.2026, pêywendiyeke telefonî ji Nûrnerê Taybet ê Donald Trump ji bo karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê Tom Barrack gehişt Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.

Di wê pêywendiyê de gotûbêj di derbarê rewşa giştî ya Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê de hat kirin.

Tom Barrack, silav û rêzên Donald Trump ji Mesrûr Barzanî re got û destxweşî li Serokê Hikûmetê kir, ji bo amadebûna wî ya ji bo alîkariya hikûmeta federal di hinardekirina petrolê de bi rêya Tirkiyeyê.

Serokê Hikûmetê amaje bi wê da ku danûstandin li gel Hikûmeta Federal berdewame û tîma Herêma Kurdistanê jî spardiye ku hêsankariyê ji bo hinardekirina petrolê bê kirin di berjewendiya gel di vê rewşa dijwar de.

Mesrûr Barzanî herwaha got, ya ku pêwîstpe di vê derbarê de ji bo berjewendiya giştî emê bikin 3u daxwaz jî li Amerîkayê kir ku rola xwe ya çavdêr di danûstandinên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de li ser dorpêçên gumrik û bazirganiyê de bidomîne.

Herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hemahengiya berdewam di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de ji bo aştî, ewlehî û aramiya herêmê kirin.

Basnews

Top