• Sunday, 08 February 2026
logo

PDK: Divê PKK xebata xwe bibe bakurê Kurdistanê

PDK: Divê PKK xebata xwe bibe bakurê Kurdistanê
dibêje herêma Kurdistanê xudan serwerî û azade
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) radigihîne, cihê xebata PKKê, ne Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku ew navçeyeke azad e û xwedî Serokatiya Herêm, Hikûmet û Parleman e.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji K24ê re got: “Pêwîst e PKK û Tirkiye rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav bigirin. Herwiha pêwîst e PKK bizane ku li kû û ji bo çi xebatê dike. Ew baş dizanin ku ewê dixwazin li vir bidest wan nakeve. Ji ber ku vir azad û rizgarkirî ye û li gor destûra Iraqê, herêmek e û qewareyeke siyasî û îdarî ya naskirî ye. Cihê pêwîst e PKK xebatê lê bike, cihê ku tiştek jê bidest neketiye ye
Top