• Sunday, 26 April 2026
logo

Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, di derbarê hinardekirina petrolê de peyamek belav kir

Gulan Media March 18, 2026 Nûçe
Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, di derbarê hinardekirina petrolê de peyamek belav kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragehand ku wan biryar daye ku petrol bi rêya boriya Kurdistanê ve biçe û tekezî li berdewamiya danûstandinên xwe yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17.03.2026, li ser hejmara xwe ya taybet a tora civakî X’ê peyamek belav kir û ragehand: "Bi berçavgirtina rewşa awarte ya ku welat pê re rû bi rû ye û ew berpirsiyariya ku erkê me hemiyane ku em ji bo derbaskirina vê rewşa dijwar kar bikin, me biryar da ku di demeke herî zû de rê bidin petrol bi rêya boriya Herêma Kurdistanê derbas bibe.”

Di heman demê de, em ê danûstandinên xwe bi hikûmeta federal re jî bidomînin da ku bi lezgînî sînorkirinên li ser hawirdekirin û tevgerên bazirganiyê li Herêma Kurdistanê werin rakirin, û herwaha ji bo şirketên petrol û gazê garantiyan bidin da ku hilberînê bi ewlehî ji nû ve bidin destpêkirin.

 

Serokê Hikûmetê herwaha diyar kir: "Ez ji hevkarên me yên Amerîkî re ji bo rol û piştgiriya wan di vê pêvajoyê de spasdar im.”

 

 

Top