• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Girê Sipî 9 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin

Li Girê Sipî 9 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin
Li bajarê Girê Sipî yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin, şer di navbera grûpên çekdar de derket û di encamê de 9 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li nava bajarê Girê Sipî şer û pevçûn di navbera grûpa “Feyleq El Mecid” û grûpa “Cebhe El Şamiyê” de derket.

Li gor zanyariyên Rewangehê, piştî şerekî giran ku tê de mûşek jî bikar hatin û kuştina 2 çekdarên Feyleq El Mecid û birîndarabûna 7 çekdarên wê, çekdarên Cebhe El Şamiyê karîn destê deynin ser pêgeha Feyleqa El Mecid li “Banka Çandiniyê”.

Şer û pevçûn ji duhî Şemiyê ve di navbera wan herdu grûpên çekdar de derketiye, lê nayê zanîn sedema wî şerî çi ye.

Li her sê herêmên Kurdî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin, gelek caran şer di navbera grûpên çekdar de li ser dizî, talan û destdanîna ser mal û milkên xelkê wan bajaran de derdikeve.

K24
Top