Xwepêşanderên Şîe hewl didin bikevin navçey Kesk a Bexdayê
Îro 05.07.2020ê bi dehan hemwelatiyên Şîeyên Iraqê li pêş deriyê navçeya Kesk a Bexdayê xwepêşandan li dijî belav kirina karûkatorekî li rojnameya Şerqulewsetê pêkanîn.
Berî naha rojnameya Şerqulewset karîkatorek belav kir û wêneyê Ayetullah Elî Sîstanî yê merciya bilind a şîeyên Iraqê danîbû û wek şîe dibêjin ew wêne bi xirabî hatibû danîn.
Xwepêşanderan li hember vê yekê hewl dan bikevin navçeya Kesk a Bexdayê, lê hêzên ewlehiyê bikaranîna tundiyê ve rêgirî li xwepêşanderan kir.
Hemwelatiyên Iraqê wî karîkatorê wek destdirêjiya hember pîroziyên şîeyan pênase dikin.
Basnews
