• Sunday, 08 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser hemû deriyên sînorî digire

Rêveberiya Xweser hemû deriyên sînorî digire
Rêveberiya Xweser di çarçova rûbirûbûna vîrusa Koronayê de, hemû deriyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê bi temamî digire.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji roja 13. 7. 2020an ve û ji bo heyama 14 rojan hemû deriyên sînorî bi temamî tên girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, her haleteke mirovî derbasî navçeyên Rêveberiya Xweser bibe, dê ji bo heyama 14 rojan bê kerentînekirin.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar dibêje, ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, derbaskirina cenazayan jî bo herêmên Rêveberiya Xweser jî hatine qedexekirin.

Herwiha tekez dike jî, divê dûrketinê ji hev du li perestgehan, komên serxweşiyê, semawend û civînên mezin bên girtin.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser dibêje, tenê xwendekaran heta ezmûnên xwe bidawî dikin, ji van hemû biryaran der in û ligel wê jî divê ew pabendî rêkarên tendirustiyê yên pêwîst bibin.

Pêştir jî, deriyê sînorî Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, di çarçoveya rêgirtina li belavbûna virusa Koronayê de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji roja 1ê Adarê û 30 Gulana bûrî hatibû girtin.

K24
Top