• Sunday, 08 February 2026
logo

Rapirsî: Dengên AKPê daketiye asta herî nizim!

Rapirsî: Dengên AKPê daketiye asta herî nizim!
Li gorî encamên rapirsiyekê, dengên Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP) gihîştiye kêmtirîn asta xwe!

Navendeka rapirsiyan ya Tirkiyê ya bi navê MetroPOLL, encamên rapirsiya xwe ya dûmahîkê li ser dengên partiyên siyasî yên Tirkiyê ragihand.

Li gorî encamên wê rapirsiyê, ku meha Hezîrana îsal hatiye kirin, dengên AKPê daketiye 30.3%, ev jî asta herî nizim ya dengên wê partiyê ye di nav 18 salên borî de. Bilindtirîn asta dengên AKPê sala 2007 bû ku 49.8% bû.

Li gorî encamên navenda MetroPOLL, dengên hevalbenda AKPê, MHP jî kêm bûye û daketiye 6.2%.

Li hember dengên AKP û MHPê, dengên HDP û CHPê û her du partiyên nû yên hevrikên AKPê jî zêde bûne.

Dengên HDPê ji 8.4% derketiye 8.9%, dengên CHPê ji 21.7% derketie 24.0%, dengên Partiya Gelecek (partiya Davûtoglu) ji 1.3% derketiye 1.4%, dengên Partiya DEVA (partiya Babacan) jî ji 1.3% bûye 1.9%.

Basnews
Top