Wezîrê Petrola Iraq: Em pêşbînî dikin ku di demekî nêzîk de Îran li Tengava Hurmuzê rê ji keştiyên Iraqê re veke
Wezîrê Petrola Iraqê radigehîne ku lihevtêgeheştinek li gel Îranêh eye ku di demekî nêzîk de rezamendî nîşan bidin ji bo derbasbûna keştiyên Iraqê bi Tengava Hurmuzê re.
Îro 17.03.2026ê Wezîrê Petrola Iraqê Heyan Ebdulxenî ji kanala El Cezîre re ragehand: '’Em pêşbînî dikin ku di demekî nêzîk de Îran Tengava Hurmuzê re rê bide keştiyên Iraqê derbas bibin. Naha em di gotûbêjekî berdewam de ne û lihevtêgeheştinek di navbera herdu welatan de heye.’’
Wezîrê Petrola Iraqê amaje bi wê yekê kir ku Iraqê berê di çarçoveya beşa hatibû diyarkirin de rojane nêzîkî 3 milyon û 400 hezar bermîlên petrol bi rêya benderên başûr ve henarde dikir, lê 2-3 roj piştî destpêkirina şerê li navçeyê henardekirin rawesta.
Herwaha got: '’Ji ber aloziyên li navçeya Kendav û daxistina Tengava Hurmuzê henardekirina petrola Iraqê bi rêya benderên başûr ve bi temamî rawestaye, vê yekê jî wisa kir ku Iraq asta berhemanîna petrol ji nîvî kêmtir dakeve û li dû deriyekî nû de bigere ji bo henardekirina petrolê bo benderên cîhanê.’’
