Parlamentoya Iraqê bi mêvandariya Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê dicive
Biryare îro 17.03.2026ê êvari Parlamentoya Iraqê bicive û armanca civînê gotûbêjkirina li ser pirsgirêka şandina petrola Iraqê bo bendera Ceyhanê bi rêya boriya petrola Herêma Kurdistanê ve ye.
Li gor karnameya Parlamentoya Iraqê, civîn awarte ye ji bo dîtina çareseriyekî ye ku, çareseriyek ji pirsgirêka şandina petrola Iraqê bo bendera Ceyhanê bi rêya boriya petrola Herêma Kurdistanê ve bê dîtin.
Civîn bi amadebûna wekîlê wezîrê petrola Iraqê û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê û rêveberê giştî yê Kompanya ya bazarkirinê ya SOMO birêve diçe.
Basnews
