CPT: Ji destpêka şer ve zêdetirî 300 êriş li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin
Tîma Kurdistana Iraqê ya Rêxistina CPT, amara êrişên grûpên çekdar ên deryasayî yên li ser Herêma Kurdistanê aşkere kir. Li gorî raporê, ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve (28ê Sibatê), 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 51 kes jî birîndar bûne.
Tîma Kurdistana Iraqê ya Rêxistina (CPT), di raporekê de diyar kir, di navbera 7 û 15ê Adarê de, grûpên çekdar 111 êriş birine ser Herêma Kurdistanê. Di encama van êrişan de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane (şehîd bûne) û 32 kes jî birîndar bûne.
Rêxistinê bal kişand ser xaleke girîng: Her çend di hefteya duyem a şer de hejmara êrişan (111 êriş) li gorî hefteya yekem (196 êriş) kêm bûbe jî, lê hejmara qurbaniyan bi rêjeya %56.5 zêde bûye.
Dabeşbûna êrişan li ser parêzgehan
Ji destpêka şer ve hejmara êrişên li gorî parêzgehan wiha ye:
- Hewlêr: 243 êriş (Tenê hefteya dawî 81 êriş).
- Silêmanî: 56 êriş (Tenê hefteya dawî 30 êriş).
- Dihok: 5 êriş.
- Helebce: 3 êriş.
Cureyên çekên hatine bikaranîn
Di nava 111 êrişên hefteya borî de:
- 76 êriş bi dronên xwekuj hatine kirin.
- 24 êriş bi mûşekan hatine kirin.
- 10 êriş bi topbaranê hatine kirin.
- 1 êriş jî bi teqekirinê bûye.
Armancên êrişan: Ji konsulxaneyan heta malên sivîlan
Li gorî CPTê, armancê grûpên çekdar wiha bûn:
- Navendên Amerîkayê: Konsulxane û saziyên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê 97 caran hatine armanckirin.
- Saziyên din: Baregehên Pêşmerge, navçeyên niştecihbûnê yên sivîlan, Konsulxaneya Îmaratê, kêlgehên petrolê û cihên giştî, 124 caran hatine armanckirin.
Zirarên madî û bangawaziya CPTê
Ji bilî zirarên canî, êrişan zirarên mezin gihandine malên welatiyan, hotele, kêlgehên petrolê û saziyên hikûmetê. Tenê di hefteya borî de 21 malên sivîlan di encama êrişan de an jî ji ber perçeyên dron û mûşekan zirar dîtine.
Di dawiya raporê de, Tîma Kurdistanê ya CPTê nîgeraniya xwe derbarê dirêjbûna vî şerî de anî ziman û bi tundî armanckirina sivîlan û binesaziya sivîl ji aliyê aliyên şerker ve şermezar kir.
K24
