Parlamentoya Kurdistanê lêkolînê li ser êrişên Tirkiye û Îranê dike
Çiya Hemîd, Endamê Parlamentoya Kurdistanê ji fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji Rûdawê re ragihand, serdana wan lîjneyan li ser daxwaza parlamentoya Kurdistanê bûye û got, 4 lîjne dê bi cuda dê serdana navçeyên sînorî yên Zaxo, Amêdî, Hewlêr û Silêmaniyê dikin.
Herwiha li Duhokê jî lîjneyeke 11 kesî hatiye pêkanîn ku beşek ji wê lîjneyê dê serdana Batîf û Derkarê bike li sînorê Zaxo û beşek jî dê serdana qezaya Amêdiyê bike.
Artêşa Tirkiyê roja 15.06.2020 operasyona asmanî bi navê ‘Çengê Baz’ bo ser pêgehên gerîlayên PKKê li nav xaka Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û roja 17.06.2020 jî artêşa Tirkiyê li herêma Heftenînê bi navê ‘Çengê Piling’ operasyoneke zemînî dabû destpêkirin ku heta niha jî berdewam e.
Lîjneyên parlamentoyê dê lêkolînê li ser sedema topbaran û bombebaranên vê dawiyê yên Tirkiye û Îranê bo ser navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, sedemên wan êrişan û ziyanên madî û canî bikin.
Ew 4 lîjne di encama lêkolînan de dê raporteke hevbeî amade bikin û bidin Desteya Serokatiya Parlamentoyê. Bi gotina Çiya Hemîd, Parlamentoya Kurdistanê jî di di kombûnekê de dê gotûbêjê li ser wê raportê bike û çend raspardeyan der bike.
Rêving Hirûrî, endamê parlamentoya Kurdistanê û Serokê Lîjneya Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand, îro li sînorê parêzgeha Duhokê du tîm dê serdana hedu qezayên Zaxo û Amêdî bikin û jibilî kombûna li gel berpirsên wan navçeyan dê serdana meydanî ya wan navçeyan jî bikin ku tên bombebarankirin.
Ew endamê parlamentoya Kurdistanê amaje bi wê jî dike, ew hewl didin guşar çê bikin da ku xelkê ku ziyan dîtine bên qerebûkirin.
Operasyona artêşa Tirkiyê li nav xaka Herêma Kurdistanê bi mebesta êrişkirina ser binke û baregehên PKKê berdewam e û hêzên Tirkiyê êrişên xwe bo ser çiyayê Xamtîr zêde kirine û di 24 demjimêran de nêzikî 20 car derdora wî çiyayî û gundên Minînn û Şaqulê bombebaran kirine.
Rudaw
