Wezareta dad a Iraqê: 31 girtiyên girtîgeha Kerx bi vîrusa korona ketine
Îro 05.07.2020ê rêveberê fermangeha girtîgehê ya ser bi wezareta dad ê Kamîl Emîn ji rojnameya fermî ya Iraqê Sebah re ragehand, 600 kes li girtîgeha navçeya Kerx a Bexdayê tên ragirtin, lê girtîgeh cîhê 250 girtiyane û ev yek jî metirsiyek mezin li ser jiyana wan girtiyan ava dike.
Kamîl Emîn got, heta naha test bo 225 girtiyan hatiye kirin û tîmên tenduristiyê şiyana wan a test ji bo hemû girtiyan çêbike tineye.
Berpirsê wezareta dadê got, testên 225 girtiyan hatiye çêkirin û ji 31 girtî bi vîrusa koronayê ketine.
Basnews
