• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta dad a Iraqê: 31 girtiyên girtîgeha Kerx bi vîrusa korona ketine

Wezareta dad a Iraqê: 31 girtiyên girtîgeha Kerx bi vîrusa korona ketine
Berpirsekî wezareta dad a Iraqê ragehand, 31 girtiyên li girtîgeha Bexda ya paytexta Iraqê bi vîrusa korona ketine.

Îro 05.07.2020ê rêveberê fermangeha girtîgehê ya ser bi wezareta dad ê Kamîl Emîn ji rojnameya fermî ya Iraqê Sebah re ragehand, 600 kes li girtîgeha navçeya Kerx a Bexdayê tên ragirtin, lê girtîgeh cîhê 250 girtiyane û ev yek jî metirsiyek mezin li ser jiyana wan girtiyan ava dike.

Kamîl Emîn got, heta naha test bo 225 girtiyan hatiye kirin û tîmên tenduristiyê şiyana wan a test ji bo hemû girtiyan çêbike tineye.

Berpirsê wezareta dadê got, testên 225 girtiyan hatiye çêkirin û ji 31 girtî bi vîrusa koronayê ketine.

Basnews
Top