• Sunday, 08 February 2026
logo

Zextên li dijî welatiyên Kurd zêdetir dibin

Zextên li dijî welatiyên Kurd zêdetir dibin
biryara darde kirinê jî bo çend girtiyên din hatiye dayîn
Li Mehabadê 2 welatiyên din hatine girtin.

Li gor zaniyariyên ji Rojhilatê Kurdistanê duhê êwarê li bajarê Mehabadê hêzên îtlaata Îranê operasiyoneke serda girtina malan lidar xistine.

Li gor nûçeya Kurdpa hêzên îtlaatê duhê jiber sedemeke nediyar du welatiyên Kurd li Mehabadê bi navên Soran Nesîrî û Omîd Ebasî binçav kirine û bo cîheke nediyar veguhastine.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku îro pêncşem şaxa Urmiyeyê yadadgeha Îranê biryara derde kirinê û cezaya 33 salan girtîgehê bo 7 Girtiyên Kurd der kiriye.

Rudaw
Top