Herêma Kurdistanê bûye stargeha penaber û koçberan
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 11 kampên taybet bi koçberên Rojavayayê Kurdistanê hene. Herwiha 309 hezar û 989 koçber li Herêma Kurdistanê hene ku zêdetirî 100 hezar koçber di nav kampan de dijîn.
Li Herêma Kurdistanê 11 kampên taybet bi koçberan heye û derdora ji %50 ji koçberan li kampên parêzgeha Hewlêrê dijîn, nêzîkî ji %30 ji koçberan li parêzgeha Duhokê û ji %20 jî li parêzgeha Silêmaniyê dijîn.
Ji destpêka sala 2020 NY zêdetirî 2 hezar erkên mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê ragirtine.
Penaber li hember kêmbûna alîkariyan nerazîne û daxwaza alîkariyê di rêxistinên navdewletî dikin ku ev 5 ta 6 meh e nikarin ji ber koronayê kar bikin.
Penabera bi navê Rewze Fewwaz dibêje, “ev nexweşiya koronayê çê bû,teade li milet bû, kar kêm bû. Karê gelek kesan sekinî.”
Penaberek din ê bi navê Nafî Hesen jî dibêje, “2-3 rêxistin û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye, ew ên ku alîkariyê dikin, hinek rêxistinên mirovî hene li Kurdistanê kar dikin, bi rastî ti roleke wan nîne.”
Penaber Ednan Ebas jî diyar dike, “Niha gelek rêxistin vekişiyane, em dixwazin ew bên alîkariya xelkê bikin.”
Mihemmed Elî jî dibêje, “Em daxwaziyê ji rêxistinan dikin ku alîkariya xelkê bikin.”
Penabera bi navê Nermîn Şêxmus jî dibêje, “Alîkarî hene lê kêm digihijin vir. Em dixwazin bêtir alîkarî hebe.”
Ji destpêka sala 2020an ve Netewên Yekbûyî (NY) zêdetirî 2 hezar erkên mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê ragirtin.
Li aliyê din li Herêma Kurdistanê bi giştî 1 milyon û 8 hezar û 878 penaber û koçber li Herêma Kurdistanê dijîn.
Koçber û paneber li Herêma Kurdistanê bi ser 38 kampan de dabeş bûne ku ji sedî 48ê koçberan û ji sedî 51ê penaberan li Hewlêrê dimînin.
Ji sedî 40ê koçberan erebên Sunne ne, ji sedî 30ê koçberan Kurdên Êzidî ne, ji sedî 13 Kurdên Misilman ji sedî 7 jî koçberên Xirîstiyan in ku li Herêma Kurdistanê dimînin.
Rudaw
