• Sunday, 08 February 2026
logo

HPG: Em ji bicihbûna hêzên Iraqî li Heftenînê biguman in

HPG: Em ji bicihbûna hêzên Iraqî li Heftenînê biguman in
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji bicîhbûna Pasewanên Sînorî yên Iraqê li devera Heftenînê biguman in û ew dê gorî encaman helwesta xwe nîşan bidin.

HPG dibêje, bicîhbûna wan hêzan di vê demê de cîhê gumanê ye. Ew jî wê çavdêriya rewş dikin û piştre jî dê helwesta xwe rabigehînin.

Di dema ku bombebarana artêşa Tirkiyê li çendîn deverên Başûrê Kurdistanê berdewam e, Hêzên Pasewanên Sînorî yên Iraqê jî li çend cîhên devera Heftenînê bicih bûne, dibêjin ewê çavdêriya rewşê bikin û jiyana sivîlan biparêzin.

Fermandarê wê hêza zêrevanên sînor a Iraqê ku li hin navçeyên sînorî yên Zaxoyê hatine bicihkirin, ji Rûdawê re ragihandibû, wan li çend xalên stratejîk ên li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê hêzên xwe bicih kirine. Wî fermandarî herwiha gotibû, hikûmeta Iraqê bi fermî Tirkiye agahdar kiriye ku ew hêz li wan cihan hatine bicihkirin.

Artêşa Tirkiyê di 15ê vê mehê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê vê mehê de jî operasyona “Çengê Piling’ li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batûfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

Li gor zanyariyên ji berpirsên îdarî û serbazî yên parêzgeha Duhokê, artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 30 kîlometran hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê.

Pêştir Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Lîwa Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihandibû, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometran û artêşa Îranê jî bi kûrahiya 10 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên serbazî, ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve, serbazên Tirkiyê li 12 cihên nû yên stratejîk li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê bicih bûne.

Rudaw
Top