Amarên dawî yên nexweşiya Koronayê
Îro roja înê 03.07.2020an jimara herî dawî ya berketî û mirinên ji ber vîrusa Koronayê hatin ragihandin. Heta niha herî zêde li jimara berketiyan bi rêz wiha ye: Amerîka, Brezîlya, Rûsya, Hîndistan, Brîtanya, Peru, Şîlî, Îspanya, Îtalya, Meksîka, Îran, Pakistan, Tirkiye, Siûdiye, Almanya, Başûrê Afrîqa, Fransa, Bangladêş, Kolombiya, Kaneda, Qeter û Çîn.
Herwiha li seranserî cîhanê 6 milyon û 117 hezar û 742 berketiyên nexweşiyê jî baş bûne.
Herwiha heta niha 524 hezar û 76 kes ji ber Koronayê koça dawî kirine.
