Wêneyê zarokekî Keşmîrî karvedaneke mezin li pey xwe anî
Wêneyek belav bûye ku tê de tê dîtin termê zilamekî 65 salî yê bi navê Beşîr Ehmed Xan li ser şeqamekê tê dîtin û neviyê wî jî ku temenê wî 3 sal in, li ser singê bapîrê xwe yê kuştî rûniştiye û digirî.
Polîsê Keşmîrê dibêje, şer û pevçûnê di navbera polîs û hejmareke çekdarên Keşmîrê rû daye û ew zilam di dema hewldana bo parastina xwe û neviyê xwe de birîndar bûye û paşê jî canê xwe ji dest daye.
Malbata zarok jî dibêje, polîs ew zilamê bi temen ji otomobîlê derxistine û li ber neviyê wî kuştine. Lêbelê polîs dibêje, “terorîstan” ew zilam û polîsek kuştine û çend polîsên din jî birîndar kirine.
Li gor gotina polîsê Keşmîrê malbata zarok ji “milîsên” Keşmîrê ditirse û newêre tohmetê arasteyî wan çekdaran bikin.
Di wêneyekî din de ku ji aliyê polîsê Camokşîmîr ve hatiye belavkirin û ser bi beşa Keşmîra Hindistanê ye, tê dîtin ku polîs ew zarok himbêz kiriye. Polîs di twîtekê de nivîsandiye, wan ew zarok “rizgar” kirine û hewl dane ku dilê wî xweş bikin.
Heta niha nayê zanîn ka wêneyê zarok û bapîrê wî ji aliyê kê ve hatiye girtin, lêbelê piştî belavbûna wî wêneyî xelkekî zêde li dijî polîsê Keşmîrê dest bi xwepêşandanan kirine.
Keşmîr navçeyeke ku nakokî li ser e û piştî ku Hindistan û Pakistan serbixwe bûn, Keşmîr di navbera herdu welatan de hat dabeşkirin.
Rudaw
