• Friday, 26 June 2026
logo

Nasnameya 6 leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê hatin kuştin hat aşkera kirin

Gulan Media March 15, 2026 Nûçe
Nasnameya 6 leşkerên Amerîkayê yên li Iraqê hatin kuştin hat aşkera kirin

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) nasnameyên 6 leşkerên xwe yên ku roja 12.03.2026ê li rojavayê Iraqê di encama xistina balefirekî leşkerî de mirine eşkere kirin.

Pêncşema borî li rojavayê Iraqê balafireke leşkerî ya Amerîkayê ketibû û ew leşker di wê qezayê de miribûn.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, her 6 leşkerên ku mirine karmendên balafira ji cureyê KC-135 bûn.

Ev balafir li hewayê sotemeniyê dide balafirên din.

Nav û bajarên leşkerên ku di bûyerê de mirine wiha hatin eşkerekirin:

John Kleiner (33): Auburn, Alabama (Hêzên Asmanî).

Ariana Savino (31): Covington, Washington (Hêzên Asmanî).

Ashley Pruitt (34): Bardstown, Kentucky (Hêzên Asmanî).

Seth Koval (38): Morrisville, Indiana (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).

Curtis Angst (30): Wilmington, Ohio (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).

Tyler Simmons (28): Columbus, Ohio (Parêzvanên Neteweyî yên Asmanî).

 

Basnews

Top