Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser çend xalan li hev kirin
Rêveberê Rewşenbîrî û Hişyarî yê Wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed ji BasNewsê re axivî û aşkere kir di encama civînan de herdu alî jî gihiştin rêkeftinê. Herwiha Babekir Feqê Ehmed got: “Herdu aliyan li hev kiriye hemahengî hebe di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li herêmên cihên nakokî li ser wan hene weke Diyale û Kerkûk û Nînowa, herwiha tijîkirina boşahiya emnî ye li wan herêman. Avakirina Odeyeke operasyonên hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û Spaya Iraqê,li herêmên Kurditan,herwiha danîna bazgeha hevbeş di navbera hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê li deriyên sînorî yên Kerkûk, Diyale, Nînowa.”
Basnews
