• Sunday, 08 February 2026
logo

Kazimî hewl bo lihev anîna hêzên antî teror û heşda şebî dide

Kazimî hewl bo lihev anîna hêzên antî teror û heşda şebî dide
dixwae kêşeyên navbera wan çareser bike
Li gor çapemeniya Îraqê îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ku hevdem Fermandarê giştî yê hêzên çekdar yên Îraqê ye, li gel Fermandarên hêzên antî teror û Fermandarên çekdarên heşda şebî civiyaye.

Çapemeniya Îraqê diyar kiriye ku armanc ji vê civîna han lihv anîna hêzên antî teror û çekdarên heşda şebî û çareserkirina kêşeyên navbera wan her du aliyane.

Weke tê zanîn hefteya derbazbûyî hêzên antî teror li Bexdayê operasiyonek li dijî çekdarên hizbulah ku komeke heşda şebiye pêk anî bû û di encam de hijmarek rayedarên vê komê binçav kiribû.
Top