• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Dêrsimê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket

Li Dêrsimê di navbera PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket
Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên serbazî yên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket. Tirkiye dibêje, di şer de du gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane, lê PKKê hêj ti daxuyanî nedaye.

Li gor agahiyan, şer li sînorê qezaya Pulurê çê bûye ku dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Dêrsimê.

Walîtiya Dêrsimê derbarê bûyerê de ragihandiye, ku şer û pevçûna navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê di dema birêveçûna operasyoneke hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de derketiye û di encamê de 2 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor walîtiya Dêrsimê, yekîneyên operasyonên taybet ên ser bi Fermandariya Cendirmeyan a Dêrsimê ve bi piştgiriya balafirên cengî li herêmê dest bi operasyonê kiribû.

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, ku hêzên ewlehiyê dest danîne ser du çekan, ku yek Klaşînkof û ya din M-16 ye.

Derbarê şerê li Dêrsimê û herwiha kuştina kesê bi navê Argeş de, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.

Walîtiya Dêrsimê herwiha amaje bi berdewambûna operasyonê li herêmê kiriye û destnîşan kiriye, ku ew dê raya giştî ji pêşhatan agahdar bikin.

Di wan demên dawî de, Tirkiyê operasyonên xwe yên li dijî PKKê hem li Bakurê Kurdistanê û hem li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.

Rudaw
Top