• Thursday, 25 June 2026
logo

Artêşa Îsraîlê ji niştecîhên deverekî Tevrêzê xwest bilez wê deverê vala bikin

Gulan Media March 14, 2026 Nûçe
Artêşa Îsraîlê ji niştecîhên deverekî Tevrêzê xwest bilez wê deverê vala bikin

Artêşa Îsraîlê fermana derketina ji malan a bilez ji bo niştecîhên devereke pîşesaziyê li rojavayê bajarê Tevrêzê yê bakurê Îranê derxist, ev jî wekî amadekariyek ji bo êrîş û operasyonên leşkerî ku biryar e di saetên bê de bên kirin.


Artêşa Îsraîlê îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma Xê peyamek weşand û nexşeyeke deverê pê ve girê da, ku tê de hatiye: Ji bo silametî û parastina canê we, em ji we dixwazin ku hûn tavilê ji deverê derbikevin.

Nîgerniyeke mezin heye ku welatiyên wê deverê nekarin vê haydariyê bibînin an jî bibihîzin; ji ber ku ev ji bo dema du heftiyan e ku xetên înternetê li seranserê Îranê hatine birîn, ew jî ji ber wî şerê giran ê ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.

 

Basnews

Top