• Sunday, 08 February 2026
logo

Çavuşoglu: Divê Fransa lêborînê ji Tirkiyê bixwaze

Çavuşoglu: Divê Fransa lêborînê ji Tirkiyê bixwaze
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, “Fransayê agahiyên şaş di derbarê Tirkiyê de dane NATOyê. Divê Fransa lêborînê ji Tirkiyê bixwaze.”

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Berlîna paytexta Almanyayê kongreyeke rojnamevanî encam dan.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, di wê kongreyê de amaje bi rewşa Lîbyayê kir û got, “Dibêjin Tirkiye çekan dide Lîbyayê. Lê li wir em şêwirmendiya leşkerî dikin.”

Çavuşoglu herwiha îddîa kir, “Fransa çek dide Hefter ku Hefter ne rewa ye. Behsa vê yekê nayê kirin lê behsa alîkariya Tirkiyê bi hikûmeteke rewa tê kirin. Li vir nakokiyek ciddî heye. Divê em rast bin.”

Berî niha Fransayê aşkere kiribû ku keştiyên Tirkiyê li Derya Spî gelek nêzikî keştiyên wan bûne û hewla astengkirinê dane. Li ser vê mijarê Çavuşoglu îddîa kir, “Divê di bûyera deryaya Spî de jî em heman rastiyê bibêjin. Di bûyera deryaya spî de Fransa rastiyê ji Yekîtiya Ewropa û NATOyê re negotiye. Îddiaya ku Tirkiye kilît avêtiye keştiyên Fransayê ne rast e û me bi belge û raporan ev yek selimand û me da NATOyê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, “NATOyê jî ev rastî dît. Li şûna ku Fransa bi agahiyên şaş dijayetiya Tirkiyê bike, divê lêborîna xwe ji Tirkiyeyê bixwaze.”

Rudaw
Top