Serkirdeyê YNKê: Dema wê yekê hatiye ku PDK-YNK guftugoyeke hêmin bikin
Fehmî Burhan îro roja pêncşemê ji BasNewsê re axivî û aşkere kir rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê di qonaxeke hestiyar û dijwar deye û pandemiya Koronayê jî di nava xelkê de belav dibe. Qeyrana darayî jî heye û xelk mandû bûye. Kêşeyên Hewlêr û Bexdayê hene. Divê pêş hemû tiştî aliyên siyasî yekgirtî û yekrêz bin.
Herwiha Fehmî Burhan tekezî li wê yekê jî kir behsa civîna YNKê û PDKê jî tê kirin û got: “Eger YNK û PDK li hevdu bikin destkeftên baştir bo xelkê Herêma Kurdistanê peyda bibin. Hêvî dikim YNK û PDK kêşeyên navbera xwe çareser bikin. “
Basnews
