• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Silêmaniyê zêdetir ji 300 karmendên tendirustiyê bi Koronayê ketine

Li Silêmaniyê zêdetir ji 300 karmendên tendirustiyê bi Koronayê ketine
Zêdetir ji 300 karmendên Tendirustiyê li parêzgeha Silêmaniyê bi vîrusa Koronayê ketine, ev jî giriftek ji nexweşxaneyên taybet bi vîrusa Koronayê dirust kiriye, beşek ji wan bijîşk û karmendan jî hîna li ser kar in ji bo kontrolkirina wê vîrusê.

Rêvebirê Şaxa Taqîgehan li Silêmaniyê Mazin Firyad bi vîrusa Koronayê ketiye, lê hîna li ser karê xwe ye ji bo çareserkirina pêketiyan û dabînkirina keresteyên pêwîst ji nexweşxaneyan re. Mazin Firyad ji K24ê re got: Ez bi vîrusa Koronayê ketime, lê ji ber kêmbûna hejmara bijîşk û karmendan, neçar in dewam bikin û kar bikin.

Amarên pêketin û mirina bi vîrusa Koronayê rojane zêde dibin, kêmbûna bijîşk û karmendên tendirustiyê jî yek pirsgirêkan e ku niha rastî nexweşxaneyên taybet dibin e, ji ber ku hejmareke berçav ji karmendên tendirustiyê hilgirê vîrusê ne.

Li gor amarên destpêkê yên Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê, zêdetir ji 300 karmendên tendirustiyê bi vîrusa Koronayê ketine, ev yek wek metirsiyeke cidî li ser karta tendirustiyê û nexweşxaneyên taybet bi çareserkirina pêketiyên Koronayê tê hejmartin. Dibe jî bi zêdebûna hejmara pêketina karmendên tendirustiyê jî, dermankirina pêketiyên Koronayê bixe rewşeke ne asayî.

K24
Top