• Thursday, 30 April 2026
logo

Îranê herî zêde êrişî kîjan welatî kiriye?

Gulan Media March 13, 2026 Nûçe
Îranê herî zêde êrişî kîjan welatî kiriye?

Îranê ji 28ê Sibatê ve herî zêde êrişî Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) kiriye.

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê ji 28ê Sibatê ve dest pê kiriye.

Îranê jî di êrişên xwe yên bersivdayînê de herî zêde mûşek û dron berdane Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat).

Li gorî amarên wezaretên parastinê yên welatên Kendavê, saziyên li Îranê, artêşa Îsraîlê û çavkaniyên îstixbaratî yên vekirî, hejmara êrişan diyar bû.

Îranê di êrişên xwe de nêzîkî 3 hezar û 186 mûşek û dronan avêtin welatên Kendavê.

Herî zêde Îmarat hat armanckirin

Cebilxaneyên Îranê di nav welatên Kendavê de herî zêde axa Îmaratê kiriye armanc.

Di navbera 28ê Sibatê û 11ê Adarê de hezar û 797 mûşek û dronên Îranê ber bi Îmaratê ve hatin avêtin.

Ev hejmar ji sedî 56ê êrişên Tehranê yên li ser welatên Kendavê pêk tîne.

Di rêza duyem de Kuweyt tê û Îranê 682 mûşek û dron avêtine wir.

Her wiha 285 mûşek û dron avêtine Behreynê, zêdetirî 237 mûşek û dronan avêtine Qeterê, zêdetirî 170 mûşek û dronan avêtine Erebistana Siûdî û zêdetirî 15an jî avêtine Umanê.

Li hêla din, Îranê di êrişan de bi zêdetirî 650 mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kiriye.

Lê belê ne Îranê ne jî Îsraîlê amarên di destê xwe de bi temamî parve nekirin.

Pergalên parastinê yên welatên ku hatin armanckirin, piraniya van mûşek û dronan xistin xwarê lê hinek ji wan li armancên xwe ketin.

Hejmara êrişan a li gorî welatan ev e:

Îmarat: 1,797 mûşek û dron

Kuweyt: 682 mûşek û dron

Îsraîl: Herî kêm 650 mûşek û dron

Behreyn: Herî kêm 285 mûşek û dron

Qeter: Herî kêm 237 mûşek û dron

Erebistana Siûdî: Herî kêm 170 mûşek û dron

Uman: Herî kêm 15 mûşek û dron

Êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê

Îsraîl û Amerîkayê 28ê Sibatê êrişeke leşkerî bir ser Îranê.

Îranê jî li hemberî vê yekê dest bi êrişên bersivdayînê kir.

Îranê ji bilî Îsraîlê, êrişî baregehên Amerîkayê yên li Qeter, Îmarat û Behreynê û hinek welatên din ên herêmê kir.

Di êrişên Amerîka û Îsraîlê de Rêberê Îranê Elî Xamineyî û gelek berpirsên pilebilind hatin kuştin.

Li gorî berpirsên Îranî, di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hejmara kuştiyan ji hezar û 348an derbas bûye û hejmara birîndaran jî zêdetirî 17 hezaran e.

 

Rudaw

Top