Mesrûr Barzanî: Liser çaksaziyê, li hemû kertan berdewam dibin
Serokê Hikumeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 8ê Hezîran a borî, di rêya facebook û Instagram a xwe, haştaga - lêm bipirse, belavkiribû û îro jî, bersiva beşek ji pirsyaran da. Ragihand, yek ji wan pirsyaran, ku arasteyî hatine kirin ew e - kengî yasaya çaksazî tê cîbicî kirin?
Serokê Hikumetê di bersivê de dibêje, çaksazî karek ne hesan e. Pêwîstî bi îradeyek bihêz û demê heye. Xelkek jî heye, ku berjewendîya wan ne ligel çaksaziyê ye û astengiyan dirust dikin. Tekez dike, ku liser çaksaziyê, li hemû kertan berdewam dibin.
K24
