Amarên nû yên bombebarana li ser Heşdî Şeibî…100 kuştî û bi sedan birîndar û bêserşûn bûn
Çavkaniyekî ewlehiyê li parêzgeha Enbarê îro 12.03.2026ê hejmara kuştî, birîndar û bêserşûn bûn ango windabûnên êrîşa li ser Lîwaya 19 ya hêzên Heşdî Şeibî li navçeya Ekaşat a parêzgeha Enbarê wek 260 kes aşkera kir.
Heman çavkaniyê ji ajansa Şefeq News re ragehand; '’Hejmara kuştî û birîndar û bêserşûnbûnan a li navçeya Ekaşat a ser bi qeza Qaîmê, di encama êrîşa esmanî ya li ser 3 bingehên Lîwaya 19ê kirina armanc de, ku ji wan jî binkeyê bijîşkî û Fewca 2 û Yekeya Piştîvanî de hejmara qurbaniyan zêde bûye.’’
Herwaha got: '’Bombebaran bûye sedemê kuştina 99 çekdar û bêserşûnbûna 43 kesên din û herwaha nêzîkî 123 kesên din jî birîndar bûne, ku rewşa tenduristiya hin jî wan jî ne di cîh de ye û girane.’’
Heman çavkaniyê ragehand: '’Ew balefirên êrîşa esmanî encam daye, berdewambûn li firîna ser navçeyê û herwaha tîmên hewarçûnê jî kirin armanc ku hewldan bigehin cîhê bombebaranê û bi hewara birîndaran ve biçin.’’
Basnews
