Naveroka pêwendiya telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê bo Karûbarên Sûriyê, hat belav kirin
Roja pêncşemê 12.03.2026, pêywendiyeke telefonî di navbera Serok Mesûd Barzanî û Tom Barrack nûnetê taybet ê Donald Trump ji bo karûbarên Sûriye û Balyozê Amerîkayê li Tirkiyê de pêk hat.
Di wê pêywendiya telefonê de, Tom Barrack silavên Serok Trump ji Serok Barzanî re got û spasiya rola Serok Barzanî kir ku hertim bi serokatiyeke hekîmane rêveberiya siyaset û parastina ewlehiya navçeyê kiriye û ragehand ku Amerîka wek hevpeyman û dost li Herêma Kurdistanê temaşe dike û dê di hemahengiya xwe ya li gel Herêma Kurdistanê de berdewam bin.
Nûnerê Serokê Amerîkayê tekezî li wê jî kir ku ji bo Amerîkayê Herêma Kurdistan û Iraq ji bo navçeyê pêgeheke girîngin û ewê alîkar bin ku di vê rewşa aloz a niha ya li navçeyê de pirsgirêkên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal de bên çareser kirin, bi awayekî ku diberjewendiya herdu aliyan de be li hemû waran de.
Bi heman awayî, Serok Barzanî spasiya Serok Trump kir û rêz û pêzanînên xwe anî ziman û ji ber rola wî ya bi bandor, spasiya Tom Barrack kir.
Serok Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her tim ji bo tevahiya herêmê aramî û aştî xwestiye û gelê Kurdistanê jî her tim baweriya xwe bi demokrasî, jiyana hevbeş û diyalogê heye û ragehand, ku em hertim beşek bûn li çareserî û ti caran beşek ji pirsgirêkan û aloziyan nebûne.
Serok Barzanî amaje bi wên êrîşên neheq ên hin hêzên neqanûnî li ser Herêma Kurdistanê kir.
Herdu alî hem fikinr bûn ku divê Herêma Kurdistanê û Iraq ji vî şerî dûr werin girtin û werin parastin.
Basnews
