• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva pişkek ji pirsyarên hevwelatîyan dide

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bersiva pişkek ji pirsyarên hevwelatîyan dide
Wek pêngaveka kirokî bo nêzîkbûna xelkê û hikumet ji hev dû, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, roja 8ê xizîrana bûrî, bi rêya Facbook û instagram a xwe, haştaga ji min bipirse "#لێم_بپرسه‌" belav kir û di peyamekê de,ragehand: Hewil didim di demeka nêzîk de, bi rêya vîdyoyê bersiva hinek ji pirsyarên ku hene bidim.

Ev şev serokê wezîram ragehand ku zêdetir ji 45 hezar pirsyar arasteyê wî hatine kirin û ev şev û rojên dahatî bersiva pişkekê ji wan pirsyaran dide.

Piştî belavbûna wê peyama serokê hikumetê di mêdyayên civakî de, hevwelatîyan stayîşa hewlên serokê hikumetê kirin û bi hezaran bikarhînerê mêdya ya civakî bi komênt û li jêr peyama serokê hikumetê pirsyarên corbicor araste kiribûn.

Di evê çarçoveyê de, li jêr posta Instagamê, serokê hikumetê nêzîkî heşt hezar komênt hatine nivîsandin ku piranîya wan pirsyarin û zêdetir ji 22 hezar kesan jî layik bo wê postê kirine.

Di Facebook ê de jî, zêdetir ji 40 hezar bikarhîneran layik a wê peyamê kirine û 895 kesan jî ew peyam şêr kirine, daku hevalên wan bibînin û zêdetir ji 35 hezar komênt jî hatine nivîsandin û pirsyar arasteya serokê hikumetê kirine.

Biryare serokê hikumetê bi rêya zincîre vîdyoyekê bersiva pişkek ji wan pirsyarran bide.

Di vî bwarî de, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, postek di instagrama xwe de belav kirîye û ragehandîye, zêdetirîn pirsyar ku arasteya min hatibin kirin, dibêjin kengê yasa ya çaksazîyê dê bihête cîbicîkirin. Herweha got pişkek ji pirsyaran taybet in bi jîyana taybetî û pirsyar hatîye kirin, heke sîyaset neba; te hez dikir bibîye çi?

Top