• Sunday, 08 February 2026
logo

Dr. Saman Berzincî: Jimara berketiyan û mirinên bi Koronayê zêde bûne

Dr. Saman Berzincî: Jimara berketiyan û mirinên bi Koronayê zêde bûne
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand jimara berketiyan û mirinên ji ber nexweşiya Koronayê zêde bûye. Eger çend rojan amar kêm bin, hokara kembûnên pişkinînam bû.

Dr. Saman Berzincî ji BasNewsê re axivî û got: “Qedexeya hatûçûnê heye, feda wê bo me heye.Lêbelê feydeya wê piştî bi dawîbûna qedexeya hatûçûnê wê derkeve holê. Mesafeya civakî û çenebûna qelebalixiyê jî tesîrê li ser belavbûna Koronayê dike.

Herwiha got: “NIha bi berdewamî rojane nêzîkî 2 hezar pişkinînînên Korona dikin. Lêbelê rojane li hin cihan û guhertin li ser jimareya pişkinînan tê kirin.”

Herwiha Dr. Saman Berzincî aşkere kir jimara berketiyan û mirinên ji ber Koronayê kêm nekiriye belkî bilakis jimara berketiyan û mirinên Koronayê zêde bûye. Eger çend rojan amaran kem kiribe sedema kembûnê têst û pişknînîn e.

Basnews
Top