Tirkiyê 36 xalên serbazî li sînorê Duhokê danîne
Berpirsekî serbazî li nahiyeya Batîfa dibêje, eger rêgirî li operasyona Tirkiyê neyê kirin, plana Tirkiyê ew e her sê nahiyeyên Kanî Masî, Batîfa û Derkar bi temamî kontrol bike.
Operasyon, bombebaran û şerê li wê navçeyê niştecihên Batîfa û Derkarê bêzar kiriye û hemwelatiyek jî diyar dike, ew nikarin biçin gundên xwe û dibêje, “bila herdu alî şerê xwe bibin nav axa xwe.”
Operasyona Tirkiyê ku roja 15an derbas kir, jiyana li 150 gundên sînorî her sê qezayên Zaxo, Amêdiye û Akrê têk daye.
Hemwelatiyekî bi navê Arif Meruf dibêje, “Em daxwazê ji berpirsên hikûmetê dikin ku çarekê ji vî şerî re bibînin. Em daxwazê ji PKKê jî dikin biçin deverên xwe, şerê xwe bibin ser welatê xwe.”
Hemwelatiyê bi navê Subhî Meruf jî diyar dike, “Kar nîne, kes nîne wan rawestîne, em gelek ditirsin.”
Li gor zanyariyên îstîxbaretî yên hêzên serbazî, li wan deverên sînorê Zaxo ji sala 1983 ta 14ê Hezîrana 2020, Tirkiyê li 24 cihên stratejîk ên sînorî, li deverên Kanî Masê, Dêraluk û Şêladizê bicih bûye.
Lêbelê tenê di vê operasyona dawîn de Tirkiye bi dêrêjahiya 45 bo 50 û mezinahiya 15 bo 30 kîlometre sînorê nahiya Batîfa derbas kiriye û heta niha li 12 cihan bicih bûye.
Di maweyê 37 salan de 60 gund ketine jêr desthilata artêşa Tirkiyê û plan heye di qonaxa bê de, her sê nahiyeyên Kanî Masê, Batîfa û Derkar û beşek ji nahiyeyên Dêraluk û Şêladizê bikevin bin kontrola Tirkiyê.
Li gor zanyariyan gerîlayên PKKê di vê operasyonê de çend rûbirûbûn kirine lêbelê her ku diçe serbazên Tirkiyê zêdetir derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê dibin.
Rudaw
