Amerîka firokxaneyekê li Rojavayê Kurdistanê ava dike
Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, artêşa Amerîka binkeyeke serbasî li navçeya Til Koçer li parêzgeha Hesekê dirust dike, ku firokeyeke serbazî lixwe digire.
Amaje bi wê da, Amerîka bi vê gave dixwaze hebûna xwe li Sûriyê bihêztir bike û navçeyên petrolê jî zêdetir kontrol bike.
Ev di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump di meha Berçileya 2019an de biryar da hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê vekişîne, ku ew biryar bi êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û dagîrkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê re hevdem bû.
K24
