Hejmara tûşbûyên koronayê li Herêma Kurdistanê gihişt 6,144 kesî
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê amarên nû yên tûşbûn û canjidestdana bi vîrusa koronayê di maweyê rojekê de, belav kirin.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, li Herêma Kurdistanê di maweyê dawîn 24 demjimêran de, 240 kes tûşî vîrusa koronayê bûn û 7 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Her li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, di maweyê rojekê de 133 kes hatine kerentînekirin û bi giştî 1,293 kes li cihên ciyawaz di bin kerentînê de ne.
Wezareta Tendirustiyê belav kiriye ku 88 nexweşên din ên koronayê piştî wergirtina çareseriya pizîşkî rewşa wan baş bûye.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 6,144 kes tûşî vîrusa koronayê bûne ku ji wê hejmarê 1,855 kes baş bûne û 207 kesan canê xwe ji dest dane.
Zêdetirîn haletên mirina bi koronayê li parêzgeha Silêmaniyê hatine tomarkirin ku heta niha li wê parêzgehê 77 kes bi Covid-19 mirine.
Rudaw
