• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Wanê lehî rabû – Bi dehan ser pez li ber avê çûn

Li Wanê lehî rabû – Bi dehan ser pez li ber avê çûn
Li parêzgeha Wanê ya Bakûrê Kurdistanê ji ber baranê lehî rabû û li gundekî bi dehan ser pez li ber avê çûn.

Duhî li parêzgeha Wanê û hinek deverên din yên Bakûrê Kurdistanê baranek tund barî.

Li gorî agahiyan, ji ber baranê li gelek gund û bajarên parêzgeha Wanê lehî rabû.

Li gundê Kirkpinar yê bajarê Erdîşê 74 ser pez li ber lehiyê çûn û mirar bû.

Basnews
Top