• Sunday, 08 February 2026
logo

Şeş roje daristanên Rojhilatê Kurdistanê dişewite û agir nehatiye kontrol kirin

Şeş roje daristanên Rojhilatê Kurdistanê dişewite û agir nehatiye kontrol kirin
Şeş roj in agir bi daristaneke nêzîkî bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê ketiye û heta niha zêdetir ji 1400 Hektar ji wê daristanê şewitiye. Xelkê navçeyê jî dibêjin, ligel mirina 3 çalakvanên jîngeparêz jî hikûmeta Îranê hewleke cidî bo vemirandina agir nedaye.

Ev ne yekem car e ku îsal daristanên Rojhilata Kurdistanê dişewite, lê agirê vê carê li navçeyên Bozîn û Merxêlê yên bajarê Pawe ziyana wê gelekî zêde ye û heta niha hikûmeta Îranê bi ti erkî ranebûye û tenê xelkê xwebexş hewla vemirinadina agir didin.

Di dema vemirandina agir de, 3 endamên Rêxistina Jîngeparêziyê ya Pawe Yasîn Kerîmî, Bîlal Emînî û Muxtar Xendanî canê xwe jidest dabûn. Hin şahidên bûyerê jî dibêjin ku mayîn bi wan de teqiya, lê berpirsên xwecihî jî dibêjin, ew di nava dûmana agir de xeniqîn.

Serokê Navenda Jîngeparêziyê ya Parêzgeha Kirmanşanê Ferîdûn Yawerî dibêje, navçeya agir pêketiye çiyayî ye û destê wan nagihîne ku vemirînin. Herwiha dibêje jî, helîkopterên taybet yên vemirandina agir bikar neanîne, ji ber ku tirs heye bayê helîkopteran agir zêdetir gur bike.

Di wê çarçovê de, Nûnerê xelkê Pawe û Hewreman di Parlemana Îranê de Areş Lehonî dibêje, li wê navçeyê binkeyeke agirkuj jî tune ye, ku ew dibe sedema sereke ya gurbûna agir. Herwiha dibêje, aliyên hikûmetê ji bo kontrolkirina agir bêxem in û ên ku naha hewla vemirandina agir didin, tenê çalakvan û xwebexşên navçeyê ne.

Agirê navçeyên Bozîn û Merxêl ji bilî ku metirsî heye bigihe bajarê Pawe, ji bajarê Ciwanro jî nêzîk dibe, çalakvan di wê derbarê de hişyariyê didin û dibêjin, heger agir neye kontrolkirin, karesateke jîngehî dê rû bide.

Basnews
Top